Di vê belgenameya kin de, win dikarin agahiyên gistî liser dibîstana divêtî bistînin. Wexta kû we van filman temase kir, wê naskirina we di van mijaran de çê bibe: perwerdeya dibîstanî, seat û dema betlaneyên dibîstanê, hevkariya di navbera dibîstan, dê û bavan de û hacetên din yên girîng jibo hevalbendiya bi zarok re di salên perwerdê de.
4-8 salî - Xala 1'emîn
Xala yekemîn 4 salan dom dike. Li gorî rêgezê, xwendevanên salên xwe di navbera 4 û 8 salî diçin vî xalî. Ev qonaxa despêkê ye di asta dibîstana seretayî de.
Xwendevanên sala yekemîn werin pêswazî kirin, di 31'ê heyva tirmeha wê salê de, pêwîste 4 salên xwe tijî kiribin.
Di vê xalê de, têkililyên despêkê yên zarok bi dibîstanê re çê dibin. Ev dema kû zarok ji warê malbatê derbasî warê dibîstanê dibe demeke gellek girînge. Armanca herî taybet ya vî çaxî ewe kû : nirx bide zarok di tevlîbûna wî ya civakî de, timamkirina perwerdeya kû wî ji malbata xwe dîtiya û naskirina wî ji karê li dibîstanê bi rêk û pêkên ji hev cûde û bi riya lîstikê kû cihekî mezin di perwerdê de digre.
8-12 salî - Xala 2'emîn
Xala 2'emîn 4 salan domdike. Li gorî rêgezê, xwendevanên salên xwe di nav bera 8 û 12 salî diçin vê xalê. Ev qonaxa duyemîn di asta dibîstana seretayî de ye.
Di domkirina perwerdêde, pistî xala yekemîn, di ya duyem de jî, zanistî û naskirinên bingehîn kûr dibin di mijarên din yên kû di planê perwerdê de hatine diyar kirin. Roj bi roj, xwendevan bêtir li ser lingên xwe di sekine. Ev derfet dide xwendevan jibo kû ew rêkên nû di kar de kifs bike û jibo kû ew bi xwe li çareyên kesane bigere.
Fêrbûna zimanên biyanî di harmosa 5an û di ya 7an de :
Di vê xalê de, xwendevan bi fêrbûna 2 zimanên nû despê dikin : di harmosa 5'an de bi almanî anjî bi frensî û di harmosa 7'an de bi inglîzî despê dikin.
12-15 salî - Xala 3'emîn
Xala 3'emîn 3 salan domdike. Xwendevanên salên xwe di navbera 12 û 15 salî diçin vî xalî. Ev qonaxa di asta xwendingeha navîna I'de cî digre.
Rêxistina awayên dersxaneyan :
Taybetmendiya xala 3'emîn di awayê rêxistina wê de ye. Di dawiya xala 2'emînde, lez û asta fêrbûna xwendevan diyar dike wê ew tevlî kîjan fêrgehê bibe.
Sîstema homojen di dersxaneyên bi vî awayî, çarçove û nêzîkbûnên perwerdekarî der dixe holê. Bi vî rengî, xwendevan zanyariyên bingehîn wer digrin û bi sêweyeke dêhndar amade dibin ji bo çûna xwendingeha pist disbîstana divêtî de.
Xwendevanên kû nikarin tevlî dersxaneya herî sivik ya bi navê exigences de base bibin, û yên kû pêwîste bi awayekî kesane di perwerdeya xwe de kar bikin, dibe kû di hin dibîstanên navîn de tevlî dersxaneyên taybet bibin